Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Peyamnêrên Bê Sînor: Serkuta Rojnamevanan di Îranê de berdewam e

11:52 - 9 Îlon 2020

Saziya Peyamnêrên Bê Sînor daye zanîn ku serkut, bançavkirin û azara peyamnêran di Îranê de berdewam e.

Saziya Peyamnêrên Bê Sînor li derheq serkut û binçavkirina Rojnamevanan di Îranê de nigeraniya xwe nîşan da û yek ji berpirsê wê Saziyê gotiye ku “Şwraya Mafê Mirov dibe bo piştevanî ji Rojnamevanan hewlên micid bide.”

Saziya Peyamnêrên Bê Sînor li derheq cezadan, binçavkirin û danîna barmiteyê bo çend Rojnamevanan di Îranê de wiha îşare pê kiriye:

Mihemed Musaid yek ji Rojnamevan e ku roja 12ê Xermananê bi 4 sal 9 meh heps hatiye cezadan.

Koser Kerîmî, yek din ji Rojnamevanê din e ku 28ê “August”ê bi sedema belavkirina nûçeya nerizayetiya xelkê gundê Ebûlfezlê di başûrê bajarê Ehwazê de hate binçavkirin.

Babek Tehmasibî, ew jî yek ji Rojnamevanê din e ku di wan rojên derbasbûyî de bi 2 sal heps û 74 derbe qamçî hate cezadan.

Saziya Peyamnêrên Bê Sînor basa çendîn Rojnamevanên din jî kiriye, ku di hepsîxaneyên rejîmê de ne û têne îşkence û azardan.

Di Îranê de ti azadiyek ji bo Rojnamevanan nîne û bi piçûktirîn şaşî û belavkirina nûçeyek ku bi siyaseta rejîmê nexwe, wan binçav dike û bi xirabtirîn şêwe serkut dike.