
Saziya Tendurist a Cîhanî, baskiriye ku tîmek ji karnasên xwe bona alîkarîdan bi Îranê û piştevanî ji kiryarên wî welatî li hember belavbûna vîrûsa Koronayê gihîştine bajarê Tehranê.
Bi gotina Saziya Tendurist a Cîhanî, emrazên hewce yên pizîşkîyê digel wê tîmê bo Îranê hatine şandin ku bo 100 hezar kesan kîtên naskirina tûşbûyên bi vîrûsa Koronayê jî digel de hene.
Herwisa bo 15 hezar kesên ku karê dermanî û tenduristiyê dikin û bo duktoran, emrazên hewce bo parastina wan ji vîrûsa Koronayê şandine Îranê.
Tîma şandî ya Saziya Tendurist a Cîhanî, û herwisa emrazên şandî, bi balafirekê ji “Dobêy”ê ve, hatine Îranê û herwisa bas hatiye kirine ku kesekî wê şanda Saziya Tendurist a Cîhanî, di bajarê Tehranê de tûşî vîrûsa Koronayê bûye.
Wezareta Tendurist a Îranê di amarên xwe de baskirine ku heya niha 1501 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û 66 kes jî bûne qurbanî.
Heya niha û pêka amarên cîhanî, 3 hezar kes bûne qurbanî û zêdetir ji 90 hezar kes di asta cîhanê de tûşî wê vîrûsê bûne.