Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê ragihand ku em dikarin Tîtanyomê berhem bînin

11:38 - 8 Adar 2021

Saziya Vizeya Navkî a rejîmê eşkere kir ku, çalakiyên me gihîştine astekê ku me şiyana berhemanîna metala Tîtanyomê heye û em dikarin berhem bînin.

Roja 6ê Adarê Saziya Vizeya Navkî a rejîmê ragihand ku lihevkirineke firotina Tîtanyomê digel şirketekî berhemanîna Împlêntên Artopdy, wajo kiriye.

Wê saziyê ragihan ku Îran kevte nav wan kême welatên cîhanê ku dikarin Tîtanyomê berhem bînin.

Tîtaniyom, zêdetir bo çêkirina metala Pilatîn û danana di cihê hestiyê mirovan, emrazên pizîşkî û didan pizişkî û destgahên rêkxistina dil tête bikaranîn.

Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê daye zanîn ku mînakên destpêkî a şimşê Tîtanyomê bi analîzeke gelek hûr a berhevdan digel pîvanên pizîşkî hate berhemanîn.

Saziya Vizeya Navkî a rejîmê di demekê de wê yekê radigehîne ku givaşên navnetewî li ser rejîmê zêdetir bûne da ku rejîm zelaliyên zêdetir li ser çalakiya navkiya xwe bêxe ber çavê cîhanê û nîgeraniya birewîne ku armanca wê çêkirina çeka navkî nîne, lê rejîm bi çi awayekî amade nîne zaniyariyan bide.

Mebesta rejîmê ji ragihandina wan cure nûçeyan ku heyamekê berî niha got me Oraniyoma metalî çêkiriye, û niha jî radigehîne ku Tîtaniyom çêkiriye ku bo karê pizişkî tête bikaranîn, tenê xapandina bîrûraya giştî ya cîhanê ye da ku wisa bide xuya ku çalakiyên wê yên navkî bi armanca aştiyane ne.