Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Vizeya Navkî: Paşmaya Oraniyuma Îranê ji sînorê 1200 KG derbas kir

10:59 - 26 Kanûna Paşîn 2020

Alîkarê taybet ê serokê Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê ragihanidiye ku piştî pêngava 5`an, qasê heyî ya Oraniyuma jêr %5 di wî welatî de ji sînorê 1200 KG derbas kir.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja şemî 5`ê Rêbendan, Elî Esxer Zarian, hevdem digel serdana hin ji berpirsên payebilin yên rejîmê ji malpera meyandinaUraniyomê li Fordoyê daye zanîn ku, di vê malperê de berê Bercamê, 696 maşîn Santirîfiyojên meyandî encam didan, lê niha 1044 maşîn bi awayekî ektîvî Oraniyumê berhem tênin.

Herwisa Elî Esxer Zarian gotiye, niha piştî gava pêncan, berhevdana Oraniyuma derxistî ji sînorê 1200 KG derbas bûye ku bi awayekî zû bi Oraniyoma meyandî a heyî zêde dibe.

Berê jî, çavdêrên Ajansa Navnetewî a Vizeya Navkî, qasê heyî a Oraniyuma meyandîbûyî a rejîma Îranê danîbûne ber hev û qasê wê dabûne zanîn ku ji 300 KG derbasî kiriye.

Di vê derheqê de, li heyama çend roj beriya niha jî, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû dabû zanîn, ku Îsraîl bi ti awayekî nahêle rejîma Îranê bibe xwediyê bombeya Navkî.