
Kurdistanmedia: Şandeke Saziya Xebata Kurdistana Îranê, bi serperestiya seyîd “Kamil Nûranîferd” serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kir.
Roja Dûşemî rêkevta 1`ê Gelawêja 1397`an, şandeke “Saziya Xebata Kurdistana Îranê” bi serperestiya seyîd “Kamil Nûranîferd” endamê Deftera Siyasî ya Saziya Xebata Kurdistana Îranê, serdana “Desteya Kargêrî ya PDKΔ kir û ji aliyê heyeteke hizbê ve bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê serdanê de, her du aliyan li ser pirsên siyasî yên pêwendîdar bi Kurdistana Rojhilat, guherînkariyên siyasî yên Îranê, gefên rejîma Îranê yên li Partiyên opozisyon yên Kurdên Rojhilat û erka siyasî û neteweyî ya aliyên siyasî yên Rojhilat, guhrînên nêrînan hatine kirin.
Di dawiyê de, li ser pêwendiyên dostane û alîkariyên her du partiyan tekez hate kirin.