Sê bajarên “ Pulhisar, Binu û Dehselah”ê li wilayeta “Buxlan”ê ji aliyê hêzên “Bergiriya Xelkê Efxanistanê” ve ji kontrola Talibanê hatine derxistin.
Pêka çavkaniyên xwecehî li Efxanistanê û herwisa girtevidiyoyên belavbûyî, li şeva Pêncşemî li navbera hêzên “Bergiriya Xelkê Efxanistanê” û hêzên “Taliban”ê şer û pevçûn li geliyê “Enderab”ê qewimiyê û hêzên “Bergiriya Xelkê Efxanistanê” piştî çend demjimêran sê bajarên wî welatî di wilayeta “Buxlan”ê de ji kontrola “Taliban”ê derbêxin.
Hêza “Bergiriya Xelkê Efxanistanê” ragihandiye ku sê bajarên “Pulhisar,Binu û Dehselah”ê di wiyaleta “Buxlan”ê de kontrol bikin, herwisa di wê şer û pevçûnê de 10 kes ji hêzên“Taliban”ê hatine kuştin û çendên kes ji hêzên “Taliban”ê bi dîl hatine girtin û çendîn tank û beşeke cebilxaneyên “Taliban”ê jî kevtine destê hêzên “Bergiriya Xelkê Efxanistan”ê.
Di derheq rewşa Efxanistanê de Saziya “Nato”yê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de Wezîrên Derve yên welatên endam li “Nato” yê nîgeraniya xwe li derheq vê rewşa xirab dane nîşandan û daxwaz kirin ku şer û tundûtîjî di wî welatî de bi dawî bê.