Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê çalakvanên siyasî yên Belûç hatine îdamkirin

16:32 - 3 Kanûna Paşîn 2021

Sê çalakvanên siyasî yên Belûç di girtîgeha “Dozap”ê de hatine îdamkirin û parêzerê wan ragihandiye ku di meşa dadgehîkirina wan de pirsgirêk hebûne lê tevî wan pirsgirêkan ew hatine îdamkirin.

Roja Yekşemî 3ê Kanûna Pêşîn, 3 girtiyên siyasî yên Belûç ên bi navên “Hesen Dehwarî, Îlyas Qelender Zêhî û Umîd Mehmûd Zêhî” di girtîgeha “Dozap” li bajarê “Zahidan” ê ser bi Parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de hatine îdamkirin.

Çend heftiyan berî niha Parêzerê “Hesen Dehwarî û Îlyas Qelender Zêhî” yê bi navê “Mihemedriza Feqîhî”, ragihandibû ku di tevî hebûna çendîn pirsgirêk li meşa dadgehîkirina wan 2 girtiyan, proseya dadgehîkirina wan hatiye berdewamkirin û herwisa cezaya ku li ser wan de sepandine jî pirsgirêk hebûye.

Girtiyên siyasî “Hesen Dehwarî, Îlyas Qelender Zêhî”, li 16ê Xakelêwe li sala 1393an hatine binçavkirin û li 29ê Sermaweza sala 1395an de cezaya îdamê li ser wan de hate sepandin.

Herwisa “Umîd Mehmûd Zêhî” jî, berê bi tohmeta “miharibe” bi rêya berxwedaniya çekdarî, cezaya îdamê li ser wî de hatibû sepandin.