Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê endamên malbatekî bûne bi qurbaniya lehiyê

12:15 - 29 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Sê endamên malbatekî li bjaraê Xoyê, bi sedema barîna baranê û rabûna lehityê, canên xwe jidest dan.

Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Înê 7`ê Pûşpera 1398`an, li bajarê Xoyê bi sedema barîna baran û rabûna lehiyê Du jin û zarokek bi sedema wê lehiyê canên xwe jidest dan.

Di wê bûyera siruştî de, Du jin û zarokekê canên xwe jidest dan.

Ew malbate bo geşt û seyranê, rû li cihekî bi navê “Rah Ahen”, li bajarê Xoyê kiribûn ku bi sedema rabûna lehiyê canên xwe jidest dan.

Bajarê Xoyê, girêdayî parêzgeha Urmiyê ye û bi duhemîn bajarê pir heşîmet û duhemîn bajarê girîng ê wî parêzgehê tê hesabkirin, û li gorî serjimêra sala 1395`an, heşîmeta wî bajarê 348 hezar û 664 kes bûye di wê serjimêrî de rûniştiyên nav bajar 198 hezar û 845 kesin.