Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê girtiyên Belûç di girtîgeha “Dizap”ê de hatine îdamkirin

11:29 - 27 Hezîran 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, hêzên rejîmê sibêdeha roja Şemî 5`ê Pûşperê, sê girtiyên Belûç di girtîgeha “Dizap”ê de îdam kirin.

Nasnameya yek ji wan girtiyên hatî îdamkirin “Ebdulhemîd Qemberzihî” hatiye zanîn.

Lê nasnameya wan du girtiyên din ên hatinî îdamkirin hêj nehatiye zanîn.

Nûçeyên hatinî belavkirin dane zanîn, Ebdulhemîd digel wan du kesan di rêkevta 1`ê Xakelêweya sala 1393`an a Rojî de bi tohmeta kuştina du kes ji hêzên leşkerî yên “Kelanteriya 17” a Zahidanê hatibûne binçavkirin.

Tê zanîn ku wan girtiyan çendîn caran di dadgehê de ew tohmete red kirine.

Hêzên rejîma Îranê bi tohmetên cuda netewên xeyrefars digre û di girtîgehan dixe û gelek caran wan kesan bi awayê veşartî di girtîgehan de îdam dike û heta termê wan jî nîşanê malabata wan nade.