Kurdistanmedia: Li şerê di Navbera hêzên Pêşmergên Kurdistanê û terorîstên DA`ÎŞê de, li bajarê “Kifrî”yê, 3 Pêşmergên Kurdistanê hatine Şehîdkirin.
Piştî êrîşên wê dawiyê yên terorîstên DA`ÎŞê li ser hêzên Pêşmergên Kurdistanê li “Kule Co” a girêdayê bajarê Kifriyê, şerekî giran qewimî ku di encam de, êrîşa wan hate şikandinê, lê 3 Pêşmergên Kurdistanê hatine Şehîdkirin.
Piştî vê ku çekdarên DA`ÎŞê li gundê “Dekeya Serçem” li çiyayê “Mirwarî” di sînorê “Kule Co”ê de, êrîşî ser hêzên Pêşmergê Kurdistanê kirin, şerekî giran di navbera wan de qewimî û êrîşa terorîstên DA`ÎŞê, hate têkşikandinê.
Di wî şerî de, 3 Pêşmergên Kurdistanê Şehîd bûn ku nasnama wan wiha ye:
“Loqman Tahir Necim, xelkê bajaroka Derbendîxan ji hêzên Pêşmergên yeke ya 80.
“Mehmûd Mihemed Me`irûf”, xelkê bajaroka Çemçemal, ji hêzên Pêşmergên yeke ya 80.
“Ziyad Xelîfe Sultan”, xelkê bajarê Kifrî, ji hêzên Pêşmergên yeke ya 70 û 80.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di belavokekê de ragihandiye ku, xelkê Kurdistanê dilniya dikin û radigehînin ku hêzên Pêşmerge, ji bona parastina xelk û axa Kurdistanê û ji navbirina teror û teroîstan, di amade başiyekî tewav dene.