Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê pisporên fezayî yên Îranê “di rûdaneka biguman de can dan

16:22 - 3 Şibat 2019

Kurdistanmedia:  Wezîrê pêwendiyan û teknolojiya îstixbaratê yê rejîma Îranê ragihand, îro sê pisporên fezayî yên Îranê, ku li navenda lêkolînên fezayî ya rejîmê de kar dikirin, “di rûdaneka şewatê de” mirin.

Mihemed Cevad Azerî Cehromî, wezîrê Îranê daye zanîn, ji ber ku ew mijûlî pîrozbahiya “roja millî ya teknolojiya fezayî” bûne, dema agir bi wî beşê avahiya navenda lêkolînên fezayî ya rejîmê ketiye, haya wan jê nebûye, ji ber wê jî ew her sê pispor şewitîne û can dane.

Wî rayedarê rejîma Îranê tu agahiyekî din derheq wê rûdan û nasnameya pisporên ku mirine, jî neda.

 Balkêş e jî vê rûdanê zêde di medyaya Îranê de deng nedaye.

Ev bûyera di demekî de ye ku, çend roj berî niha rejîma Îranê xwastibû, satelîtekê bişîne fezayê lê, ew pirosane bi ser neketibûn, loma mirina wan pisporan guman li ser e.

 Îranê roja 3`ê Sibata sala 2009`an yekemîn satelîta xwe bi navê Omîd şandibû fezayê, ji ber wê jî her sal vê rojê wek “roja millî ya teknolojiya fezayî” pîroz dike.