Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê qûbî li parêzgeha “Urmiyê” zuha bûne

17:06 - 1 Tebax 2021

Roja Yekşemî 1ê Tebaxa 2021an Cihgirê Parastina Jîngeha Parêzgeha Urmiyê“Hucet Cebarî”  gotiye: “qûbiyên “Balbalî , Qereşlax a Mehabadê û Qeregola Bokanê” zuha bûne.

Herwisa “Cebarî” gotiye: “Dabînnekirina beşa ava wan qûbiyan, kêmbûna rêjeya barînan û hişkesalî sê sedemên sereke yên zuhabûna wan qûbiyan in”.

Parêzgeha Urmiyê 14 qûbiyên her timî û 26 qûbiyên demsalî hene û ji vê rêjeyê rewşa ava 8 qûbiyan başe û 6 qûbiyên her timî aveke gelek kêm bo wan herikiye.

Qûbiyên “Durgesengî, Hesenlû, Sildûz” bi sedema dabînnekirina çavkaniyên avê û hişksaliyê heta dawiya demsala Havînê dê rastî pirisgirêkan bibin.

Bi sedema barîna kêm û hişkesaliyê, qûbiyên parêzgeha Urmiyê bi berevird digel 2 sal berî niha, rewşa wan xirabtir bûye û bi rengehiyeke zêde di dawiya demsala Havînê de rewşa wan xirabtir bibe.