
Îro 18ê Adara 2021`an e, 3 sal bi ser dagîrkirina bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.
Sê sal berî niha, roja 20ê Çileya 2018`an êrişa Artêşa Tikriyê û girûpên tundajo yên ser bi Tirkiyê li jêr navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” destpê kir.
Piştî 58 rojan berxwedanî, bajarê Efrînê kete bin destê hêzên Tirkiyê û girûpên tundajo.
Sê sal bi ser karesata Efrînê re derbas dibe, lê girûpên çekdar çendîn coreyên binpêkirina mafên mirovî li hember xelkê Efrînê û bajarê Efrînê kirine. Wan xwe ji ti tiştekê neparastine, Ji kuştin, revandina keç û xortên Kurd re bigre heta talankirin kangehên jêr redî û destdanîn bi ser mal û milkê xelkê.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di sêyemîn salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ên ser wî welatî ve daxuyaniyek belav kir û wiha daye zanîn: “Em ew binpêkirinên mafê mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin şermezar dikin û bang li Tirkiyê dikin ku grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajar radestî xelkê wê yê resen bike”.
Herwisa Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê, “ENKS”ê daye zanîn: “ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên girêdayê Tirkiyê ve, xelkê Efrînê yê resen ê kurd rojane rastî tawan û binpêkirinên revandin, eşkencedan, dizî û talan, destdanîna bi ser mal û zeviyan, têkdana cihên giştî, têkdana bi mebest a cihên dîrokî û şûnwaran û bicihkirina koçberên navçeyên din ên Sûriyê tên”.
Di dagîrkirina Efrînê de, nêzî 300 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 1,500 sivîl jî birîndar bûn û nêzî 300 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn.
Berî êrişên Tirkiyê li ser Efrînê, %92 rûniştiyên Efrînê Kurd bûn, lê niha Ereb û Tirkmen nêzî %50 hat 70% di Efrînê de hatine akincîkiririn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulêyman Suylo li destpêka meha Adara 2020`an ragihandibû, ji 1ê Berfanbara 2019an ve heta dawiya meha Şibata 2020`an bi sedema şerê Idlibê, 184 hezar û 547 kes ji Idlib û derdora wê çûne herêma Efrînê.
Bi vî awayî xelkê Efrînê çavnihêrê Partiyên Kurdî ne ku nehêlin demografiya Efrînê bê guherîn û cardin Efrîn bikeve bin destê Kurdan.