Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê Şêvrayên bajarê bazirganê dest ji kar berdan e

10:48 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Sê kes li Şêvrayên bajarê Bazirganê ya ser bi parêzgeha Urmiyê, bi sedema kêmtirxemiya şaredariya wî bajarî, dest ji kar berdan e.

Sê kes ji Şêvrayên bajarê “Bazirgan”ê a ser bi parêzgeha Urmiyê, di nameyekî de bi sedema bersivnedana daxwazên xelkê û birêveberiya nadurist, herwisa hederdana dem di dema pirojeyên şaredariyê de, dest jikarberdan xwe ragehandin.

“Se`îd Îsmaîlzadigan, Ceifer Ezîmî, û Husên Mîrzazade” ew sê Şêvrayên bajarê Bazirganê ne, ku dest ji kar û berpirsyaretiya xwe berdan e.

Her di vê peywendiyê de, heyamek beriya niha, Husên Perwendî, ku ji aliyê hindek ji berpirsên rejîmê ve wekî Şaredarê bijarte hatibû hilbijartinê, bi sedema gendeliyên zîde yên Şaredarî her ji aliyê wan berpirsan ve hatibû desteserkirin, û Ofîsa bajêrwanî ya Qurwê jî, hatiye daxistin.