Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba beşdariya balvêza Îranê li Almanê, du simînarên siyasî hilweşiyan

22:14 - 1 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Du civînên siyasî û abûrî ku biryar bû bi beşdariy sefîrê rejîma Îranê di Almanê de birêve biçe, hilweşiyan.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bunyadekî Almanî bi navê “Bunyada girîngîdana bazerganî ya navdewletî” simînarek bo sefîrê Îranê li Almanê – Elîriza Şêx Hetar- ku qirar bû heftiya derbasbûyî li bajarê Farnfort a Almanê birêve biçe, lê paş ewê çendîn saziyên sivîl û kesayetiyên Almanî dijayetî xwe bo beşdariya sefîrê rejîma Îranê derbirîn, û ew simînare birêve neçû û hilweşiya.

Di wê pêwendiyê de çend roj piştre bunyadekî din a Almanî bi navê “Têgehîştina navber gelan” bernama simînarekî din bi pişikdariya sefîrê Îranê li Almanê û nêzîkê 20 endamên perlemana Almanê pêk hatibû ku ew simînare jî kete ber rexneyekî zor tund a çendîn rêxstinên Almanî, her di wê pêwendiyê de nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî pêşgîriya xwe bo daxwaza birêve neçûna wê simînarê bi fermî derbirî. Di daviyê de êvara roja Înê, 30’ê Gulan a 2014’an, bunyada rêkxerê wan simînarane di nivîsînekê de ragihand ku ew simînarane hilweşiyane.
Piştre jî çendîn bunyadên curbacur ku zêdetir ji aliyê konsêrne bazerganî ve han didan, hewla asayî kirina pêwendiyên navbera Alman û Îranê didin û dixwastin bi hemû awayekê nûnerê Komara Îslamî a Îranê bo kor û civînan gazî dikin yan simînarên taybet bo wan li dar dixistin.
Ewa çendimîn care simînarên taybet bo sefîrê Îranê li jêr givaşa saziyên sivîk û kesayetiyên Almanî ve û pêşgîriya PDKÎ hilweşiyan.
Herwiha bo yekemîn car biyogirafiya rasteqîn a sefîrê Îranê li Almanê û cinayetên navbirî li salê heşên Zayînî di her du parêzgehên Sine û Urmiyê de, ji aliyê nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Alman bo raya giştî bilav kiriye û di rojnamên wî welatî de jî li ser nivîsaniye.