
Kurdistanmedia: “Sebastian Kurz” ragehand ku daxwazkirina jinavbirin û tunekirina Îsraîlê, ne cihê qebûlkirinê ye.
Serokweîzrê Îsraîlê û serokê hikûmeta Utrîşê di hemberî axavtinên Rûhanî di konferansa yekîtiya Îslamî de dijkiryareke tund ji xwe nîşan dan.
Netanyaho serokwezîrê
Îsraîlê ragehand ku ew bixwe baş dizanin ku di hemberî hikûmeta xirabkar û têkder ya Îranê de çawa xwe biparêzin.
Wî got ku ew axavtina Rûhanî cardin îsbat dike, ku çima neteweyên cîhanê dibe di pirsa dorpêçên li dijî rejîma Îranê de, bibin yek, jiber ku gefên rejîma Îranê metirsî ne li ser wan jî.
Rûhanî di merasima vekirina konferansa yekîtiya seranên Îslamî de ragehandibû ku yek ji şûnwarên biyom ên şerê duyem ê cîhanî “xudeya seretanî” ye.
Hevdem “Sebastian Kurz” serokê hikûmeta Utrîşê jî di rûpela xwe ya “twitter”ê de, di hemberî van axavtinên Rûhanî de dijkiryar ji xwe nîşan da.
“Sebastian Kurz” nivîsand ku welatê wî berpirsayetiyekî dîrokî heye di warê, xebata li dijî dijayetîkirina Yehûdiyan. Lewra emniyeta Îsraîlê cihê gotûbêjê nîne, û em pişta Îsraîlê digrin.