Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedan kes ji hêzên întizamî hatine girtin

11:18 - 26 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Zaf ji fermande û hêzên întizamî, ku amade nebûne bi biryara rejîmê xelkê bikujin û tepeser bikin, hatine desteserkirin.

Piştî nerizayetî û serhildana xelkê Îranê li hember bilindkirina nirxa benzînê ji aliyê rejîmê ve, ku rejîmê bi hemû awayekê hewla tepeserî û matkirina dengê xwenîşanderan dida, lewma li astê herî serewe û bi taybetî bi biryara Elî Xamineyî fermana kuştar û tepeseriya xelkê nerazî, dane hêzên rejîmê.

Li dijî xwenîşandanan hêza întizamî tête erkdarkirin, wê carê parek ji hêzên întizamî ku amade nebûne li ser wê biryara rejîmê xelkê tepeser bikin, di çend rojên derbasbûyî de, çendîn kes ji hêzên întizamî hatine desteserkirin.

Rejîm ku gelek nîgeranê vê yekê bûye ku renge hêza întizamî bi tundî xwenîşanderan tepeser neke, lewma erkê sereke yê tepeserî û kuştina xwenîşanderan bi hêzên Spaha pasdaran a terorîste spart. Spaha terorîst kincê hêzên întizamî li ber xwe kiribûn da ku xelk nezane.

Bi biryara Elî Xamineyî li xwenîşandanên çend rojên derbasbûyî a Îran û Kurdistanê de, sedan kes ji xwenîşanderan hatine kuştin û hezaran kes jî, hatine birindarkirin.