Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedema bûyera damezraveya “Netenzê” êrîşa saybêrî ya Îsraîlê bûye

18:31 - 11 Nîsan 2021

Televîzyona hikûmî ya Îsraîlê ya bi navê “Kan”, ragehand: “Bûyera damezraveya “Netenzê” bi sedema êrîşa saybêrî ya Îsraîlê bûye”.

Bûyera sibêdeha roja Yekşemî 22ê Xakelêwe, ku li damezraveyên navkî li “Netenzê” qewimî û Berdevkê Saziya Vizeya Navkî “Bêhrûz Kemalwendî” jî gotbû: “Di beşeke torên berqa alavên meyandina Uraniyomê de pirsgirêkek çêbûye û ew pirsgirêk bûye sedema wê bûyerê”, lê ew bûyer bi sedema êrîşa saybêrî ya Îsraîlê bû.

Ew televîzyona Îsraîlê, çavkaniya nûçeya xwe nedaye eşkerekirin, lê gotiye ku bi sedema wê êrîşê, karên Santrîfiyûjan bi awayeke micid rastî pisgirêkan hatine û têkçûne .

Herwisa “Jerusalem Post” jî ragehandiye: “Ew bûyera ku qewimî ye, gelek mezintir ji vê yekê ye ku rejîma Îslamî belav kiriye” û ew êrîş bi êrîşên saybêrî yên Îsraîlê binav kiriye.

Ew êrîş rojek piştî destbikarbûna Santrîfiyûjên pêşketî li damezraveya navkî li “Netenzê”ê qewimî.