Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedema jinavçûna masiyên di bendava Serdeştê de rohn nebûye

11:42 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Berpirsên rejîma Îranê li parêzgeha Urmiyê, sedema jinavçûna masiyan di bendava “Serdeşt”ê de bi kêmbûna ava çeman didien zanîn, lê çalakvanên jîngehê gotine: “Jinavçûna masiyan bi sedema bê aviyê nîne û çendîn sedemên din hene”.

Berpirsê Îdareya Parastina Jîngeha bajarê “Serdeşt”ê ragihandiye: “Sedema jinavçûna masiyên bendava wî bajarî tenê bi sedema kêmbûna ava çeman û nemana oksîjena hewce bona zindîmana wan jîndaran e”.

Wî berpirsê rejîmê gotiye: “Di salên derbasbûyî de jî hejmareke zêde ji masiyên wê bendavê û çemên devera Serdeştê, her bi wê sedemê ji nav çûbûn.

Herwisa navbirî bas kiriye ku pêka wan mînakan û ceribandinkariyan, ti sedemek wekî pisbûna ava bendavê û nexweşiyên taybet bo masiyan nehatine dîtin.

Pêka çalakvanên jîngehê û kesên pispor, sedema kêmiya avê tenê hêncet anîne û xwederbaskirin di hember wê karesta jîngehê ye.