Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedema sereke ya teror û kuştinên welatê Efxansitanê, Îran e

14:23 - 5 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Karbidestekî ewlehî yê Efxansitanê bas ji rêjeya teror û kuştinên zincîrî û armancdarên bajarê Heratê di Efxansitanê de, dike û rejîma Îslamî a Îranê sedema sereke a wan teror û kuştinane dihesibane.

Nûçegihanên Efxanistanê li devê Semîullah Fetre waliyê polîsê Heratê bilav kiriye, hejmarek belge û kêkomênt hatine eşkere kirin ku maytêkirina rejîma Îranê nînaşn dide di kuştinên zincîrî û armancdarên wîlayeta Haratê de û rejîma han rêxistinê bo vê yekê dike.

Fetre daye zanîn ku rejîma Îranê hejmarek ji çekdarên dijberî Efxanîstanê perwerd kiriye heta ku li dijî vê hikûmetê bo gihîştin bi armancên xwe bikar bîne.

Herwiha waliyê polîsê Heratê ewa jî eşker kirî ye ku rejîma Îranê li hember terora kesên destilatdar ên Efxanistanê pere dide.

Li gor serhejmariyan di sala 2011’an ve heta niha nêzî bi 90 kes ji hêza Ewlehkar, karbidestên paye bilin ên dewletê û kesên naskirî ên welatê Efxanistanê ji aliyê kesên çekdar ên nenaskirî ve hatine teror kirin.