
Berhema sêxşitiyên Kurdî yên Elîrza Sipahî Layîn, bi navê "Sêdilop" ji alîyê weşana Madyar ve hate weşandin.
Sêdilop, ku ji hezar sêxşitiyên Kurdî pêk hatiye bi rênivîsa aramî û wergera Farsî, nîşanek ji jiyan û berdewamî û bandora qaliba sêxşitî di nav Kurdên Xrasanê de ye.
Sêdilop, raporeke nivîskî ji hêz û zerfiyeta sêxşitîyê di rojgara me de radestî gel dike.
Sêdilop, berhemeke sêdilopî ya baranê ye û dibe ku bikare li birînên xurbetê yên xelkê, li bêdengiyên evîndarên dilşkestî û li kolanên ronî yên sibehê, bibare û stranbêj û hozanên Kurd bigihîne çavkaniyeke zêrîn ji helbestên nûjen û nazik û bi bandor.
Elîriza Sipahî Layîn sala 1390'an bi tometa hebûna pêwendiyê bi partiyên Kurd re bi 11 mehan girtîgehê hate sizakirin. Du salan beriya niha jî bi tometeke hevşêwe bi 74 derbeyên qamçiyê hate sizakirin.