Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Se’dûn Şerîfî

14:23 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Se’dûn Şerîfî kurê Rehman Sala 1967’an(1346) li gundê wuştepe ya ser bi bajarê Bokanê di malbatek cotkar de tê dinê.

Se’dûn Şerîfî nasyariya xwe tevê PDKÎ weha tîne ziman û dibêje: “Di dema serhildana şoreşa gelên Îranê de, ez mijûlî xwendinê bûm, tev part û aliyên siyasî civîn û xirvebûnên cur bi cur lidar dixistin û gengeşeya siyaset û birûrayên xwe dikirin, Kurdistan jî di destê hêza pêşmerge de bû.

Wî çaxî bi hizr û lêkdaneweya xwe û herweha bi sedema pitir netewîbûna siyaset û dakokîkirina herî zêde ji mafên gelê Kurd, min PDKÎ bona bicih anîna erkê xwe ê netewî û xebatê hilbijart û ez bûm alîgirê wê partiyê”:

Se’dûn Şerîfî piştre tevlîbûna xw bi refên pêşmergên PDKÎ weha dide zanîn: “Sala 1980’an (1359) ez çûm bajarê Bokanê û min xwe bi Yekîtiya Lawên Demokrat a PDKÎ nasand û bi fermî bûm endam.

Pîştî derbazbûna salekê ez ji aliyê PDKÎ ve di hêza 110 a Beyanê de hatim sazimandan û bi awayek fermî ez bûm pêşmergê PDKΔ.

Se’dûn Şerîfî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tine ziman: “Bohara sala 1986’an(1365) di sazmandehiya nû a partiyê de, hêza Beyan hat binkeya Deftera Diyasî li Gewredê yê.

Dr. Qasimlo hat û tevî Dr. Sadiq û endamên din ên rêberiya partiyê civînek bo kadr û pêşmergên hêza Beyan pêk anî. Dr.Qasimlo û piştre jî ez kesên herî dawiyê bûn ku em ber bi hola civînê ve diçûn.

Berî lidarxistina civînê Mikrofon û cihê rûniştina Dr. Qasimlo û endamên Komîtê û fermandeyên hêzê û endamên din ên rêberiya partiyê di beşa serve a holê hatibû amadekirin.

Gellek gotin ku Kak Dr. Qasimlo gerek cenabê te here û ji aliyê serî rûnîşe, lê Dr. Qasimlo di bersiva xwe de got, Hûn xwînê didin, hûn destanrêsiya diafrînin, hûn cangorîtiyan dikin û ez bi we re Dr. Qasimlo me, lewra aliyê serî hertim cihê we ye û, pişt re bi xwe li kêleka deriyê hatine jorê de rûnişt û civîna xwe lidar xist.

Eva roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya min e, jiber ku tu caran ji bîra min de dernakeve ku Dr. Qasimlo çi qas mirovek xakî û xelkî bû”.

Se’dûn Şerîfî di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe weha tine ziman: “Şehîdketina Dr.Qasimlo û Dr. Sadiq û hewalên min di çeperên şer de, rojên herî nexweş ên jiyana min pêk tînin, lê roja pir nexweş ku tucaran ji bîra min naçe ev e ku, sala 1988’an(1367) ez di girtîgeha Urmiyê de di hebsê de bûm, rojekê rojnameya Kêyhan a ser bi Komara Îslamî di girtîgehê de belav kirin. Di rojnameyê de nûçeyek danibûn ku têde nivîsandibûn PDKÎ hat hiloşandin û bidawî hat, jiber ku taqimek jê veqetiyane û refên xwe ji rêbaza partiyê cuda kirine.

Em jî bê deshilat bûn û me nedikarî bi tu awayekî zaniyariyan li ser rastî û dirustiya vê nûçeyê wergirin. Ewa roja herî nexweş a jiyana min e, jiber ku tev girtî bitaybet girtiyên Kurd ên ser bi PDKÎ, tenanet ewên ku ber bi cihê bidarvekirinê dibirin, pir aciz bûn”.

Se’dûn Şerîfî sala 1986’an(1365) di dema encamdana memoriyeta partiyê li bajarê Bokanê û di gundê xwe de ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve bi dîl tê girtin û serpêhatiya xwe weha ji xwendewanên Agiriyê re bas dike: “Di Havîna sala 1986’an de tevî şehîd Mensûr Heqpûr û hewalek din bona cîbicîkirina erkê hizbî, em ber bi bajarê bokanê ve çûn û piştî çend rojan, demjimêr 12’ê nîvro bi sedema îxaneta hindek xelkê deverê, em hatin dorpêçkirin û piştî demjimêrek şer û berxwedana tund, gulleyên me bi dawî hatin û em hatin desteserkirin.

Mixabin piştî sê salan Mensûr Hepûr hate îdamkirin û ez jî bi 10 sal hebsê hatim cezakirin. Piştî derbazkirina sê sal ji hukmê xwe ketim ber lêborînê û serbest hatim berdan.

Piştî derketin ji girtîgehê min peywendî bi gellek kadr û pêşmergên devera xwe ve girt lê mixabin dihatin şehîdketin.

Lê bi awayek fermî cardin di sala 2000’an de ez hatim Koyê û min peywendî bi refên rêxistina nepenî a PDKÎ ve girt.

Ji wê rojê pêve xebat û tekoşîna min berdewam ma heya sala 2002’an û di encama eşkerebûna tîmek ji pêşmergên partiyê li bajarê Bokanê, ez jî eşkere bûm û li ser daxwaza partiyê ez hatim kurdistana Başûr û cardin tevî refên kadr û pêşmergên partiyê bûm”.

Se’dûn Şerîfî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1995’an(1373) ji rêya hewalekê ve pêşniyara zewicîna tevî Sara Resûlnijad keça Mihemed û xelkê gundê Paş Bilax a ser bi bajarê Bokanê bi min re hat kirin û piştî yekem hevdîtina di navbera min û hevjîna min de, me biryara zewicînê da û me jiyana hevpar awa kir. Berhema jiyana me jî keç û kurek e”.

Se’dûn Şerîfî bi vê hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tevî Agiriyê tîne: “ Çavnihêriya min ji PDKÎ tenê yekrêzî û tebahiya refên partiyê ye û herweha hêviya min ji serkevtin û vegeriyana PDKÎ ye bo nava xelkê xwe”.