Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sefer Xel

19:42 - 23 Nîsan 2014

H: Rehîm Gergul

Sefer Xelîlî naskirî bi Bêhrûz kurê Esker, sala 1971(1350)’an li gundê Kozereşê, ser bi bajarê Selmasê hatiye dinê. Bêhrûz weke piraniya zarokên Kurdistanê di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê, lê bi sedema hejarî û destengiyê û herweha bi sedema hebûna sîstima Fê’odaliyê (Erbab û Re’yetî) malbata wî ji aliyê axayê Kozereşê ve ji gund tê derxistin, û rû li gundê Baxişkendê dikin ku tewahiya akinciyên wê Şî’e meseb bûne, herçiqas babê wî hewil da, lê bi sedema vê ku mesebê malbata Bêhrûz Sunnî dibe, navê Bêhrûz di xwendingeha gund de nanivîsin û rê nahê dayîn ku Bêhrûz xwendina xwe bidomîne. Lewra destan ji xwendinê dikişîne û dest davêje karê cotkarî û şivantiyê.

Lê hezkirina Bêhrûz ji xwendinê wusa bihêz bû ku Bûhrûz karî di “Xwendingeha Şoreşê” de kilasa 5 a despêkî bi dawî bine.

Bêhrûz Xelîlî nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Di rastî de gellek sedem çê bûn heya ku min PDKÎ bi başî nas kir, yek ji wan sedeman ew bû ku kurmamê min bi navê Ebdulrehman Xelîlî pêşmergê PDKÎ bû û her di vê rêyê de jî canê xwe gorî armancên PDKÎ kir, herweha min bi xwe di hundirê xwe de hîsa Kurdatî û şoreşvaniyê hebû û stranên hunermend Şivan Perwer jî bandora xwe li ser min hebûn, sedema din bandora Senar Mamedî û malbata navbirî bû ku pêtir ez tevî PDKÎ nasyar kirim”.

Bêhrûz herweha tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re weha tîne ziman: “Sala 1985(1364)’an ez gavanê mala xwe bûm, min çêlek bi cih hêlan û ez hatim pêşmergatiyê, lê bi sedema vê ku temenê min kêm bû ez nehatim wergirtin û cardin vegeriyam mala xwe. Lê sala 1988(1367)’an cardin min biryar da ku ez bibim pêşmerge.

Gellek di herêmê de li pêşmergan geriyam, lê min nedîtin, piştre ez ber bi Bakûrê Kurdistanê ve çûm û piştî vê ku çend rojan di gundekê de mam, tîmek ji pêşmergên Hêza Agirî û Komîteya Selmasê hatin. Ez pir keyfxweş bûm, lê gotin hêj temenê te kêm e, ez pir giriyam û min pêdagirî kir ku bêm wergirtin.

Di encam de ez hatim wergirtin û wê salê em di menteqê de man, û di çend şer û pevçûnan de jî beşdar bûm. Demsala Zivistana heman salê, tîm vegeriya û ez şandim Fêrgeya Siyasî- Nizamî û di devreya 47 de beşdar bûm. Bi vî awayî ez bi fermî bûm pêşmergê PDKΔ.
Bêhrûz Xelîlî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Sala 1994(1373)’an em weke tîm çûne devera Şipîranê û tevî pêşwaziya gerim a xelkê deverê berbirû bûn, ez pir heyirîm ji vê pêşwaziya xelkê ji pêşmergên PDKÎ. Wî çaxî min hîs bi meznahiya pêşmerge û PDKÎ kir, ew çend roj, rojên herî xweş ên jiyana min bûn”.

Herweha Bêhrûz roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî nexweş a jiyan min roja şehîdketina kekê Hemze Bêhnam bû, jiber min pir jê hez dikir, û mixabin gellek bi necamêrî hate şehîdkirin”.
Bêhrûz derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 2002(1381)’an min li nawenda sê ya Kurdistanê (Cêjnekanê) jiyana hevpar tevî Hacer Qdirî pêk anî, û berhema jiyana me jî, du kur in.

Hacer Qdirî keça birêz Qadir Qadirî, xelkê bajarokê Sengeser a Başûrê Kurdistanê bû ku li Nawenda sê de aşpêj bû, û malbatek pir nîştimanperwer û hizibdost bûn. Herweha du xalên Hacerê bi navên Îbrahîm û Qadir Ferhanî di nava refên pêşmergên PDKÎ canê xwe fîda kirine û şehîd ketine”.

Bêhrûz xelîlî daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Niha rewşa dinyayê hatiye guhertin, piraniya netewên cîhanê bi mafên xwe ên netewî şa bûne, lewra hewce ye ku em jî weke netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hişyar bin, û nekevne pey siyasetên Komara Îslamî, heya ku bikarîn ji destê vê rejîma dirrînde rizgar bin”.

Bêhrûz rû li wan kesan dike ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine xapandin û dibêje: “Gerek ew kesên ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine xapandin û îxanet bi gel û nîştimana xwe kirine, cardin pêdeçûnê bi ser kar û kiryarên xwe de bikin da ku rûreşê gel û nîştimana xwe nebin”.

Bêhrûz Xelîlî bi vê hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Hêviya min ev e ku ez Kurdistana Rojhilat bi rizgarî bibînim û cardin vegerim ew gundê ku li wir hatîme dinê”.
H: Rehîm Gergulî