
Kurdistanmedia: Sefera geştyaran bo sê kewîrên Îranê, ji aliyê navenda giştiye hêzên çekdar û saziya Wizeya Navikî ve hate qedexekirin.
Pêka ragehandina ji aliyê navenda giştiye hêzên çekdar û saziya Wizeya Navikî ve, bi sedema oparasyoneke gelek sirrî, hemî torên geştiyarî bo her sê deverên kewîra merincab, parka millî ya kewîrê, û kewîra misîle, bi êkcarî hatne daxistin û nahêlin çi gerîdeyek serdana wan sê kewîran bike.
Di vê derbarê de hatiye ragehandin ku çi kesekê û bi çi hêcetekê heq çinine serdana wan kewîran biket.
Di heyamê çend mehên derbasbuyî de, çendîn çalakên jîngehî û gerîde ji aliyê hêzên ewlehî û çekdariye rêjîmê ve hatine destbiserkirin.