Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sefera Wezîrê Derve yê rejîma Îranê bo bajarê Viyenê hilweşiya

13:03 - 16 Gulan 2021

Pêka ragihandinên rejîma Îranê, sefera Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” bi sedema hildana Ala Îsraîl li ser bînaya Wezareta Derve ya Otrîşê, hilweşiya ye.

Roja Şemî 15ê Gulanê, ragihandinên Otrîşê ragihandine ku, sefera Mihemedcewad Zerîf bo bajarê Viyenê hatiye hilveşandin û pêka raporan, hilweşandina wê serdanê jî, bi sedema hildana  Ala ya Îsraîl li ser bînaya Wezaretxaneya Derve ya Otrîşê bûye.

Li wê derheqê de, Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” gotiye: “Zerîf çûna bo Viyenê li rewşa niha de bi mesilhet nezaniye lewma, ew sefer hilweşiyaye”.

Mihemedcewad Zerîf nerazîtiya xwe li hember bilindkirina Ala ya Îsraîl li ser bînaya Wezaretxaneya Derve ya Ortîşê dabû xuya.

Berdevka Wezareta Derve ya Otrîşê “ Gabriyêl Yûên”li berteka nerazîtiya Wezîrê derve yê Îranê de bi tekezî ragihand: “Nabe li hember êrîşên Hemasê bo ser welatiyên sivîl bê deng bimînin”.

Herwisa “Gabriyêl Yûên” li derheq hilweşandina sefera “Mihemedcewad Zerîf de bi tegezî got: “Bo me rohn e ku dema Hemasê bi lêdan zêdetir ji 2 hezar Mûşekan xelkê sivîl ên Îsraîlê kirine armanc, nabe em bê deng bimînin”.