Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye

17:58 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Jin, kur, ciwan û xelkê Kurdistanê hertim selimandine ku Kurdistan landika şoreşgeran e û hilkeftên taybetî nû dikin ku, heta dawiyê ew wefadarê rêbaza şehîdan in.

Ciwanên Demokrat di bintara çiyayê Qendîlê yê girêdayê “Minare” yê li Pîranşarê, di bajaroka “Peswê” li şeva Çarşemî 7ê Tîrmehê beşek ji sirûd û gotinên “Dr. Qasimlo” bi hilkefta  salvegera şehîdkirina rêberê PDKÎ li 22ê Pûşperê, ji bilindgoya Mizgevta Cami`i de belav kirin.

Di bajaroka “Pesw”ê de li rawestgeha berqê, Serqebran, Mizgevta Cami`i, xwendingeha keçan, Tewhîda kuran, Faûqê E`izem, şeqama Şêwra, Elî Heyranî, Çarrêyana Aşitî, salona werzişî, kolana Tewhîd, nexweşxane, talara Roj, bajaroka Mengoran, derdora termînala bajar û kemerbendiyê, çalakî bi rê ve birin.

Ew çalakiye bû cihê balkêşandina xelkê “Peswê” û piştre bermaxwarên rejîmê tevî vê ku ecêbgirtî man, berqa Mizgevtê qut kirin da ku bermawxariya xwe bo rejîmê biselimînin.

Herwisa li “Dalaho”ya Kirmaşanê, dersxwanên “Xelîl Xeleban” bi hilkefta 22ê Pûşperê li bilindahiyên “Dalaho”ê alaya Kurdistan û arma PDKÎ bilind kirin.

Di bajarê Şinoyê de li cihê hemaseya “Hatem Doaxwan” li taxên pişt Mizgevta Cami`e, Selîmabada ewraz, Rehîmabad, Şekirabad û kolana Mamilê, bi hilkefta 22ê Pûşperê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li Mihabadê qutabiyên Pêşwa li gundên “Lec, Gabaze û Guyktepe”yê bi hilkefta 22ê Pûşperê wêne û trakt bi awayekî berfireh belav kirin.

Di bajarê Banê bi hilkefta 22ê Pûşperê ciwanên şoreşger li “Arbaba” bona nûkirina soza xwe digel rêbaza “Dr. Qasimlo” di taxên nav bajar, zanko û gundên “Xacamîr” çalakiyên banghêjî lidar xistin.