Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd remja xebatê ne

13:37 - 6 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya salroja şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî lidarxistin.

Xebatkarên Demokrat, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja “Şehîdên Kurdistanê”, serdana tirba “Pêşewa Qazî Mihemed” kirin, û li ser tirba “Pêşewa Qazî Mihemed”, wêneya şehîd “Kawe Cewanmerd” danîn.

Xebatkarên Demokrat di wê çalakiyê de, peymana xwe di gel armanca Komarê û rêbaza şehîdên Kurdistanê nûkirin ku, heya dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza şehîdan dimînin.

Şehîd “Kawe Cewanmerd”, kurê şehîd “Necimedîn Cewanmerd”, di sala 1358`an de, li bajarê Sine jidayîk bûye, û şehîd “Kawe” di kongereya 15`ê PDKÎ de, wekî endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin, û di Newroza sala 1395`an de, piştî ragihandina “Rasanê” ji aliyê PDKÎ, û çûna hêzê pêşmerge bo navxweyê welat,  şehîd “Kawe” li ser daxwaza xwe bo navxweyê welat çû, û li roja 15`ê Xakelêweya 1395`an, di hemaseyeke bê mînak de, li gundê “Boryer” a girêdayî bajarê Merîwanê, di gel hevçeper û hevalê xwe yê emegnas şehîd “Serkevt Semedî” tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûn.