
Kurdisatanmedia: Se`îd Melayî Codokarê binavûdeng û yek ji Stêrk ê warê Werzişê di Îranê de daxwaza mafê penaberiyê ji welatê Almaniyayê kiriye û amade nîne vegere Îranê.
Se`îd Melayî qehremê Werzişa Codo bi hegera berbestên ku rejîmê jêre tînane pêş, ragihand ku çiyê din amade nîne di Îranê de bijî, û lewma daxwaza penaberiyê ji welatê Almaniyayê kiriye.
Ew Qehremanê Werzişa Îranê heta niha çend caran ji aliyê rejîmê ve hatiye neçarkirin ku, nabe digel Werzişvanê Welatê Îsra`îlê berekanî û werzişê bike.
Navbirî di Kêberkêya Werzişî ya 2019`an de, karîbû heya asta pileya qehremaniyê serkeve, û bona bidestveanîna pila yekemîn li warê werzişa Codo di astê Cîhanî de, diba digel werzişvanekî Îsra`îlê kêberkê kiriba, lê rejîma Îranê îzin neda ku digel werzişvanê Îsra`îêî biçe ser doşegê.
Lewma Se`îd Melayî bi wê sedemê ji bidestveanina pila yekem yan duyem hate bêparkirin.
Rejîma Îranê hemû warên jiyana xelkê Îranê û heta Werziş jî qorix kiriye û kiriye pirseke Îdolojîkî.