Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Se`îd Nemekî: Hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê di Îranê de giha bi 12 kesan

11:20 - 24 Şibat 2020

Wezêrê Tendirust ê Rejîma Îranê Se`îd Nemekî, di civîneke nafermî de daye zanîn ku, hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê di Îranê de gihaye 12 kesan û zêdetir ji 47 kes jî tûşbûyê wê vîrûsê ne.

Nûçegihaniya Fars a girêdayê rejîma Îranê, pêka gotina Berdevkê heyeta Serokatî ya Meclîsa rejîma Îranê nivîsiye: “Wezêrê Tendirustî yê Îranê Se`îd Nemekî, di civîneke nafermî de gotiye, bi giştî di welatê Îranê de heya niha 47 kes tûşbûyê vîrûsa Koronayê hatine dîtin û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane”.

Bi nav nûnerê bajarê Qumê di meclîsa rejîmê de Emîr Abadî, di li ser rûpela xwe a Twitterê nivîsiye: “Dewletê heya niha vîrûsa Koronayê di Qumê de micid negirtiye, ku rojane bi sedema wê vîrûsê hevwelatî canê xwe ji dest didin”.

Vîrûsa Korona ku li detpêkê di bajarê Wuhan a welatê Çînê de hate dîtin, niha ew vîrûse derbasê gelek welatên din jî bûye.

Îran ku 12 qurbaniyên vîrûsa Koronayê heye, bilindtirîn hejmara qurbaniyan di derveyê Çînê de bi navê xwe tomar kiriye, û roj li pey roj hejmara qurbaniyan di Îranê de zêdetir dibin.