Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekretêrê Giştî yê NATOyê li derheq bernameya mûşekiya Îranê huşdarî da

18:12 - 7 Îlon 2021

Sekretêrê Giştî yê NATOyê “Jens Stoltenberg” ragihandiye ku Îran û Koreya Bakûr mijûlê berfirehtirkirina teknolojiya metirsîdar a mûşekan in.

Sekretêrê Giştî yê NATOyê “Jens Stoltenberg” tevî huşdarîdan li derheq bernameyên cebilxaneyên Îran, Çîn û Rûsiyê, rexne li bernameyên Îran, Çîn, Rûsiye û Koreya Bakûr girt û ji andamên NATOyê daxwaz kir ku zêdetir hevkariyê digel hev bikin û got: “Endamên NATOyê bo parastina girêbesta qedexebûna çekên komkuj zêdetir hevkariyê bikin”.

Herwisa navbirî ragihand: “Hewce ye ku endamên NATOyê bihêztirkirin û nûjenkirin a kontrolkirina cebilxaneyan û rawestan li dijî tundûtîjiyan li destûra karê xwe de cih bikin”.

Sekretêrê Giştî yê NATOyê “Jens Stoltenberg” di berdewamiya gotinên xwe de ragihand: Îran û Koreya Bakûr mijûlê geşedan bi teknolojiya metirsîdar a mûşekan in”.

Rejîma Îranê bi hedredana dem û hêcetanînên çewt hewlê dide ku bernameyên mûşekî û navkiya xwe bidomîne û bi her awayekî be, bikare çeka navkî berhem bîne û bi wê yekê him bernameyên xwe yên binyatî wekî geşedan bi terorizma navnetewî bidomîne û him bo mana xwe wekî karteke givaşê li ser welatên din mifahê jê verbigre.