Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selahedîn Demirtaş xelata edebî ya Firansayî bi dest xist

19:24 - 16 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Xelata  “Monlotk”ê ji Selahedîn Demirtaş, siyasetvanê Kurd yê Kurdistana Bakûr re hate pêşkêş kirin.

Xelata edebî ya Firansayî, ya bi navê “Montlok” ku xelata azadî û xweragiriyî ye, ji pirtûka bi navê “Seher”, ku Selahedîn Demirtaş siyasetvan û hevserokê berê”HDP” li Kurdistana Bakûr nivîsiye hate pêşkêş kirin.

Ev xelata hemû salî,  li bajarê “Lyon” a Firansayî, ji berhemên edebî re tê pêşkêşkirin.

Herwisa Demirtaş, bi nivîsîna pirtûka bi navê “Seher” şiya di nav nûserên wekî, “Roberto Saviano, Re`ina Ehmedî, Marya Flour El-bjer û Ela Eli`esvanî” pêngavekê pêş bikeve û wê şanzaiyî bixwe tomar bike.

Pirtûka “Seher”  ji komek çîrokan pêk hatiye ku, Selahedîn di gritîgeha Tirkiyî de ku hepsiye, nivîsiye û ev pirtûka heya niha  bi 12 zimanên zindî yên cîhanê hatiye wegirandin.

Selahedîn Demirtaş siyasetvanê Kurd, li sala 1973`an,  li bajarê Palo a girêdayî parêzgeha Xarpêt a Kurdistana Bakûr jidayîk bûye, û di sala 2010`an de, dibe endamê Partiya “BDP”ê, û bi hevserokê Partiya Aştî û Demokrasî, û piştre bû bi hevserokê Partiya Demokrat a Gelan (HDP)ê, û piştire jî, ji aliyê hêzên hikûmeta Tirkiyî ve hate desteserkirin û  heya niha jî di girtîgehê de ye.