Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selam Golnewaz bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

15:27 - 27 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Mamostayê olî yê Kurd Selam Golnewaz xelkê Serdeştê paş bagkirinê ji aliyê dozgeriya melayên bajarê Tewrêzê ve hat girtin û bo girtîgehê hat veguhastin.

Ajansa Kurdpa bilav kir, mamostayê olî yê Kurd bi hinceta hiloşîna hukma zîndana xwe û guherîna hukmê xwe bo ceza nexdî bo dadigehê hat gazîkirin û bi biryara dadwer hat girtin.

Ajansa han bi gotina yek jî nêzîkên mamosta Selam nivîsandiye: Dadigeha melayên bajarê Tewrêzê roja Çarşemî ji riya pêwendiya telefonî ve, bi navbirî ragehandine ku hukma girtîgehê bûye ceza nexdî.

Li gor wê raportê, Selam Golnewaz roja Pênçşemiyê serdana dadigehê kiriye ku bi bervajî gotina navenda dadwerî a telefonî, salek girtîgeha tezîrî bi ser de hatiye sepandin.

Tê gotin paş sepandina hukma Selam Golnewaz bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.