Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selamiyê terorîst ji Xuzistanê ve giheşte Rojhilatê Kurdistanê

12:48 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2021

Husêyn Selamaî fermandê giştiye Sipaha pastaran a terorîst, ku serdana parêzgeha Xuzistanê kiribû, xwe gihande bajarê Sinê li Rojhilatê Kurdistanê.

Di dirêjiya xwenîşandan û aloziyên li çendîn bajarên Erebên El Ehwazê de, rejîm ku ji berfirehtir bûna nerizayetî û serhildana xelkê ditirse ku negîje herêm û bajarên dinê, berpirsên rejîmê û yek ji wan Pastar Selamiyê cinayetkar serdana Xuzistanê kiribû.

Selamî bi armanca pîlanrêjî bona tepeserî û matkirina dengê şoreşa gelê Ereb serdana Xuzistanê kiribû, da ku rênimayî yên awayê tepeser kirina dengê xelkê wê herêmê bide hêzên cinayetkare xwe.

Roja Yekşemiyê Pastar Selamî ji Xuzistanê ve xwe gihande bajarê Sinê li Rojhilatê kurdistan, bê guman ewa jî nîşan ji nîgeranî û tirsa rejîmê ji egera serhildana xelkê Kurdistanê ye.

Pastarê xwînmij Husêyn Selamî di rewşekî gelek cihê nîgeraniyê û bi tirs û lerz, civîn bo pastarên rejîmê li bajarê Sinê de girt û kevte gef û diruşmên direvîn û dixwast tirsa nava dilê hêzên xwe verewîne û got: Me digel hemî hêzên zordar dest û tilî nerm kirine, wi pastarê terorîst her wisa gef xwarin ku emê Kurdistanê bikne goristana dujminan, û bi direvde û bona ruhiye dana bi hêzên xwe got ku Xuzistan niha di nava aramiyê de ye.

Ewa jî di demekê de ye ku Selamî û rejîma wî ji tirsê serhildana xelkê Îranê û Rojhilatê kurdistanê xev û xwarin ji wan herimiye û sernixuniya xwe nêzîk dibînin.