Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selasa Bawecanî birînên Lurstanê derman dike

13:03 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Xelkê Selasa Bawecanî, di hewleke xwebexşanede, Luristana  dilê Kurdistanê himbêzkir û bo dermanê birînên van.

Piştî rabûna lehiyê di pirraniya bajarên Kurdistan û Îran û bi taybet di rojên wê dawiyê de, li bajarê wekî, Luristan û xelkê zirar berketî, di pirraniya bajar û deveran de hewla komkirina alîkariyan û gihandina tiştên hewce bo xelkê ku rastî vê bûyera xwezay hatine dane.

Her di vê pêwendiyî de, li roja Çarşemî 14`ê Xakelêweyê xelkê Selasa Bawecanî di hewleke xwebexş de hewlekê de komkirina alîkarî û tiştên hewce bo xelkê zirar berketî yên Luristanê dest pê kirine, û wekî demên berê, tevî rewşa xirab a jiyana xwe, û hatina erdhej û rabûna lehiyî dest dane bi gihandina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayî.

Her di vê pêwendiyê de, piştî rabûna lehiyê li bajarên wekî Gulistan û guhnedana bi vê bûyerê ji aliyê berpirsên rejîmê, û di encamê de jî xelkê erdhej lêdayî yên bajarê Kirmaşan û Selasa Bawecanî ku bixwe goriyê bûyerên xwezayî ne û bê hêvîne derheq gihandina alîkariyan ji aliyê rejîmê ve, di hewleke mirovdostane de, bo komkirina tişt û hewcehiyên destpêkî bo alîkarîdana xelkê lehî berketî yên vê parêzgehê de destpê kirine.