Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selefiyên Cîhadî bi piştîvaniya Spaha Pasdaran gefan li xelkê dixwin

18:31 - 11 Gulan 2021

Di torên civakî de Selefiyên Cîhadî gefan li xelkê dixwin û bilî vê yekê, bêrêzî bi hêmayên netewî yên gelê Kurd jî dikin.

Ew kesane bi piştevaniya biryargeha “Beqiyetullah” a ser bi Spaha Pasdaran, di torên civakî de nûçeyên çewt û gelek caran tundûtîjiyê jî belav dikin.

Armanca Spaha Pasdaran li wî karî, afirandina alozî û şer di navbera xelkê de ye.

Ew kesane bi piştevaniya navendên ewlehî yên rejîma Îranê, gelek caran êrîşî ser hêmayên netewa Kurd kirine û heyamek berî niha, cîhadiyan li bajarê Merîwanê gef li welatiyan xwaribûn ku dê wan bikujin.

Ew êrîşên Selefiyên cîhadî nerizayetiya rêkxiravên medenî yên bajarê Merîwanê li pey xwe aniye ku çima navendên pêwendîdar yên desthilatê li hember vê yekê bêdeng in.