Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînara “Koye bajarê bi hev re jiyan” li bajarê Koyê hate lidarxistin

10:48 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Hey`eteke Pêwendiyên PDKÎ bi serpereştiya “Nasir Salihî Esil” Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Koye bi banghêjiya fermî ya “Înistîtûya Rîform bo Geşepêdan”, beşdarî li semînara “Koye bajarê bi hev re jiyan” kir.

Rêketa 30ê Sermawezê, semînara “Koye bajarê bi hev re jiyan” bi amadebûna mamoste “Yûsif” Qaymeqamê qezaya Koye, “Qeşe Ziya Şaba” Qeşeyê Koye û Hermote, nûnerên Part û Rêkxistinan, mamosteyên zanîngehan, nûnerên Rêkxistinên medenî û nûnerê Mesîhiyên bajarê Koyê, hate lidarxistin.

Piştî pêşkêşkirina behsan, her yek ji nûnerên amade di semînarê de derheq bajarê Koye û dîroka bihevre jiyana birayên Mesîhî û Kurdên Rojhilat û Rojava gotin pêşkêş kirin.