Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi boneya 22`ê Pûşperê li Danmarkê bi rê ve çû

19:38 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya 29.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê  Alborg a Danmarkê, civînek bi rê ve çû.

Roja Şemiyê 23`ê Pûşperê komîteya PDKÎ li Danmarkê semînarek bi boneya 22`ê Pûşperê pêk anî.

 Ew semînar bo Dr. Se`îd Soltanpûr berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Danmarkê pêk hatibû, ku hejmareke berçav ji Kurdên akinciyê vî welatî û nûnerên hizb û aliyan beşdarî tê de kirin. Semînar bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pakya şehîdan dest pê kir.

Piştre Dr. Se`îd Soltanpûr wekî birêveberê civînê, dest bi basa xwe kir, û çendîn aliyên jiyana siyasî, civakî, dîplomasî, rêberîkirina tevger û hizbê, edebiyat, dîrok, rojnamevanî û zanistî ya kesayetiya bilind ya Dr. Qasimlo bi dirêjî xiste ber bas.

Sultanpûr di doma basa xwe de hemû ew aliyên jiyan û kesayteiya Dr. Qasimloyê mezin şirove kirin, û bo her yek ji wan, fakt û belge anîn, ku bû cihê balkêşana beşdaran.

Ebûbekr Îsma`îlî berpirsê lêjneya navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê li Alborgê jî, tevî pêşkêşkirina peyama lêjneya navçeyê, helbesteke taybet bi şehîdên 22`ê Pûşperê xwend, ku her bixwe jî nivîsandibû.

Herweha Komîteya Sazmana Xebata Kurdistana Îranê li Danmarkê, yekîtiyên jinan û lawan ên ser bi PDKÎ li Danmarkê jî bi vê boneyê peyamên xwe pêşkêş kirin.

Dawî beşa semînarê jî hatibû danîn bo pirs û têbîniyên beşdaran ku di vir de jî, amadebûyiyan çalakane beşdraî kirin, û piştre jî birêveberê civînê bersiva pirsyar û têbîniyan da.