Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi hilkefta 22`ê Pûşperê li Cêjnîkanê bi rê ve çû

13:17 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi hilkefta 22`ê Pûşperê salvegera şehîdkirina Dr. “Qasimlo” û hevalên wî li “Viyen”ê bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî a Îranê, semînarek li Cêjnîkanê bi rê ve çû.

Roja Duşemî 21`ê Pûşperê, li Cêjnîkanê bi amadebûna beşek ji endamên rêberî, kadr, pêşmerge, malbat û endamên PDKÎ semînarek bi rê ve çû.

Semînar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulek bêdengî bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Paşê ji aliyê pêşkêşkarê semînarê ve bahsa naveroka semînarê ku ji du beşan pêk hatibû, hate kirin.

Destpêkê “Husên Nazdar” Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ di vê semînarê de axivî.

“Husên Nazdar” behsa vê yekê kir ku bûyera Viyenê bo netewa Kurd bûyreke tal e ku ti carî di hizir û bîra me yê takê Kurd de nayê reşkirin. Navbirî got, Dr. Qasimlo piştî jinavçûna Komara Kurdistanê erkeke gelek mezin li ser milê wî bû, çimkî wî ji nû ve dest avêt bi rêkxistinakirina endam û alîgirên Hizba Demokrat ku piştî herifîna Komara Kurdistanê ew berbelav bûn.

“Husên Nazdar” di berdewamiya axavtinên xwe de got, Qasimlo hem hînkar bû û hem hînxwaz; jingeha Kurdistanê bi başî nas dikir; wî bawerî bi nezim û dîsîpîlînê hebû û hertimî behsa vê yekê dikir ku Kurdistan milkê çi hêzeke taybet nîne û divê em bi hev re kar bikin.

Di beşa duyem a semînarê de “Kerîm Perwîzî” Endamê Desteya Kargêrî ya PDKÎ axivî.

“Kerîm Perwîzî” di axavtinê xwe de daye zanîn, Dr. Qasimlo bo netewa xwe wek ruhê netewî wisa ye ku hertimî bo netewa xwe zîndî ye, hemaseyek e bo hemû nifşên li pey xwe. Navbirî got, Dr. Qasimlo di welatek dewlemend ji hizir û endîşe de hate şehîdkirin ku ew welate bixwe demokrat bû.

Navbirî derheq hizira Dr. Qasimlo behsa vê yekê kir, ku wî helsengandineg hûr bo mijar û pirsgirêkan hebû; Wî netirsiya siyasî hebû, li dijî xebata netewên din ti biryarek nedida. Di kîmiyabarana Helebcê de “Sedam Husên” şermezar kir. Kesayetiyek çandnas bû, kiryarbûn di reftarê wî de bû.

Navbirî di dawiya axavtinên xwe de got, ku rêbaza Qasimlo îro ji aliyê ciwanan û xelkê şoreşvan ve tê berdewamkirin.