Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek derheq ferhengsazîkirina zimanê Kurdî, li Hewlêrê hate lidarxistin

18:04 - 15 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Semînarek derheq ferhengsazîkirin di zimanê Kurdî de, bi amadebûna komek li zanayên ziman, nivîskar û siyasetvanên her çar parçên Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hate lidarxistin.

Êvariya roja Înê, 14`ê Hezîrana 2019`an, derheq ferhengsazîkirin di zimanê Kurdî de, ji aliyê Xalid Cemîl Mihemed, nivîskar û lêkolerê warê zimanzaniyê, li Hotêl Kapîtal a bajarê Hewlêrê, hate lidarxistin.

Di vê semînarê de, PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên PDKÎ li Hewlêrê amadebûn.

Xalid Cemîl Mihemed, di vê semînarê de, derheq çavaniya fehengsazîkirina zimanê Kurdî û herwisa bas ji vê kir ku, ferhengukên zimanê Kurdî, di warê şirovekirina peyvan, xiştekirin û pênasekirina pirsgirêk hene û li dîtingeheke rexnekirinê ev mijar nîqaşkir.

Cemîl Mihemed, herwisa derheq sedemên dûcarîbûna şaştiyên ziman di zimanê Kurdî de, îşare bi du sedemên serekî kir ku yek ji van: “Kopîkirina ferhengukên berê û nebûna navendeke lêkoler ya rexenkirinê da zanîn.

Li gorî gotina navbirî di zimanê Kurdî de, tenê 200 ferhenguk hene û heya niha tu hewlek derheq ferhengsazîkirina zimanê Kurdî nehatiye dan.

Herwisa navbirî di bersiva pirsa yekem de, got: Armanc li axavtina derheq rewşa ferhengsazîkirin pirtûkxweneyên Kurdî de, sedema rewşa ferhengsazîkirina di zimanê Kurdî de lawazî û nûjenekirin tê de nebûye û hewcehî bi lêkolîn û rexnekirinê heye û bi qasî hewcehiya me bi hebûna ferhengukeke baş heye, ev qas jî hewcehî bi dîtingeheke rexnevergirtinê heye”.

navbirî di bersiva duyem de got:  Dizivire bo ser erka kesayetya takekesî, ku di asteke bilind de di warê zansit û hûner li çavçêvera karê ferhengsazîkirinê de ku, di vê erka takekesî de,  hewcehî bi alîkariya hevdu bidin da ku bibe  karê bikom, çimkû karê bikom mifaha vê zêdetire.