Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek di salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de bi rê ve çû

14:05 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Amedê a ser bi Kurdistana Bakûr, derheq 30-emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, bi beşdariya hejmareke berçav ji hizb û aliyên siyasî semînarek bi rê ve çû.

Roja Yekşemî 19`ê Cozerdanê, demjimêr 1-ê piştînîvro li gora bernameyekê ku ji aliyê Weqfa “Îsmaîl Bêşikçî” ve, li bajarê Amedê hatibû organîzekirin, semînarek bo 30-emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo bi rê ve çû.

Ew semînar bi beşdariya heyeta nûneratiya PDKÎ û bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ û bi beşdariya beşeke berçav ji hêz û aliyên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz  ên Bakura Kurdistanê û medyayan, bi ragirtin deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir. Ew semînar bi nîşandana fîlmeke dekomentarî ku qonaxên jiyan û xebata Dr. Qasimlo bi xwe ve girtibû, dest bi karên xwe kir.

Axavtinvanên semînarê ew kesane bûn:

Mamosta Îsma`îl Bêşikçî nivîskarê mezin û rewşenbîrê naskirî ê Tirkiyê, û dostê rasteqîne yê doza rewa ya Kurd, Mihemedsalih Qadirî nûnerê PDKÎ û Mes`ûd Tek serokê PSK`ê û Îbrahîm Gûçlû rewşenbîrê mêjîn ê Bakurê Kurdistanê.

Axavtinvanan di biyavên dîroka tevgera Kurd û pîlanên neyarên Kurd bo kuştina rêberên wan û bêmaf hêlana wan, armanca rejîma Komara Îslamî a Îranê ji terora Dr. Qasimlo û rêberên PDKÎ, bandora wan teroran li ser tevgera Rojhilatê Kurdistanê, kurtedîroka PDKÎ, rol û kesyetiya D. Qasimlo li serokatîkirina Hizba Demokrat û pêşengatiya tevgera Rojhilatê Kurdistanê di asta navxweyî û cîhanî de, bo beşdaran axivîn, ku koma basan bala beşdaran bo aliyê xwe rakêşa.

Dawî beşa semînarê pêk hatibû ji pirsên beşdaran û bersiva panêlîstan û herweha şermezrkirina rejîma terorîst a Îranê, û bilindragirtina nav û yad û bîra Dr. Qasimlo û eşkerekirna pitevaniya beşdaran ji PDKÎ û tevgera Kurdistan Rojhilat.

Li dervey karê semînarê jî, Mihemedsalih Qadirî çendîn axavtin derheq vê semînarê û rewşa tevgera Kurdistana Rojhilata bo kanalên ragehandinê kirin.