Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li ser şehîdên Viyen û şehîdên Rasanê bi ri ve çû

18:36 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Hizba Demokrat, semînarek li derheq 30`emîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, û herwisa şehîdên Rasanê lidar xist.

Roja Şemî 15`ê Pûşperê, para eşkere a Dezgeha Rêkxistina giştî a Hizba Demokrat, semînarek li derheq 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî û şehîdên demsala nû a xebata Rojhilata Kurdistan û bizava Rasan û bandordar li xebata rizgarîxwaziya neteweya me li Rojhilata Kurdistanê, bi amadebûna parek li rêberiya Hizbê, kadir û pêşmerge û malbatên Hizb li kempa”Cêjnîkanê”, binemaleyên serbilind ên şehîdan û endam û alîgirên Hizb li komîteya Hewlêr û Derdorê, hate lidarxistin.

Ew semînare bi sekînandina bîstek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ên şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Piştre “Dara Natiq" cihgerê duyem ê Rêkxistina Eşkere a Hizba Demokrat, tevî bixêrhatina hemû amadebûyan di semînarê de kir, û îşare bi armanca bernameya karê semînarê kir û got: “Bîr û hizra Dr. Qasimlo, îro bûye bi çiraya rêya xebata me û Dr. Qasimlo bûye bi remza xebat û nasnameya neteweya me li her Çar parên Kurdistanê, û yada wî rêberê şehîdê me, îro rojê ne tenê li Rojhilatê, belkî lê her Çar parên Kurdistanê jî, rêz jê digrin û ezmûn û hizra wî rêberê navdar, bûye bi remza xebat bo gelê me.

Ev semînare di Du panêlan de bi rê ve çû, di para yekim de, “Rostem Cehangîrî”, berpirsê Dezgeha Çevdêrî a Hizbê, baseke dîrokî li derheg qonaxên xebata Hizba Demokrat li heyama komara Kurdistanê heya qonaxa nû ya xebat di Rojhilata Kurdistanê de kir, û rola rêberê navdar û mezinê gelê me, Duktor Qasimlo, li rêkxistin û organîzkirina Hizba Demokrat, li ser bingeha rêkxistina modêrn û îroyî, xwedê bername û pirogrameke pêşketî, bilind nirxand.

Herwisa “Rostem Cehangîrî” got: “Yekek li taybetmendiyên ku di gupika mirovatiyê de heye û cih girtiye, û ew jî duktorê rêberê me Qasimloye, çimkî di hemû taybetmendiyên exlaqî de gihîştiye gupikê.

Navbirî bi hurdî rehendên cuda ên hizrî siyasî û kesayetiya bilind a Dr. Qasimlo bo amadebûyan rûn kir. Piştre tîrêj xiste ser bizava Rasanê û wekî demsaleke nû ya xebat di Rojhilatê Kurdistanê de kir, û basek li bandorbona ew bizave û fedakarî û li xwederbasbûna xurtên netewa me û kadir û pêşmerên qehrimanên Hizba Demokrat li xebata nû û roleke dîrokî kir ku canên xwe goriyê serbestî û azadiya netewa xwe kirne.

Di panêla Du ya semînarê de, “Şerîf Felah”, nivîser û endamê Hizb li bajarê Hewlêrê, basek derheq li naveroka berhema nû ya xwe ku di 3`mîn salroja hemaseyên Kosalan û Boryer de, pirtûkek bi navê “Kako, îradeya bajar û çiya”, li ser jiyan û xebata şehîd Kawe Cewnmerd” (KAKO) nivîsîye.

Şerîf Felah di behsa xwe de, li ser naverok û armanca pirtûka xwe tekez kir û got: “Hemaseya” Kosalan û berevanîkirina qehrimanetiya  pêşmergeyên çavnetirsên Demokrat, Li hember derketina dubare a dagirkarên Kurdistanê û destpêka şerên kevinperest û revandina tarîtî û revîna rûnahî û “girêdana xebata çiya û bajar” e di asta berfireh de. Kosalan gupika îrade û bawera bilind a gelê serpê li hember sil û kebên dagîrker û çekên pir li jeng û îdolojiya kevneperestî, ku encama wê xwîna pêşmerge û parêzerên kerameta nîştiman bû ku em hene û dev jê bernadin û em teslîm nabin, çimkî me pişt daye bi Kosalana serbilind û me rû li bizava bajar û hereketa gel kiriye.

Herwisa navbirî got: “Ev pirtûke di Pênc paran de pêkhatiye û di her parekê de ku taybete bi qonaxek li jiyana şehîd Kawe Cewanmer, ku bi hurî rehend û aliyên cuda ên şehîd Kawe niqaş kiriye û di dawiyê de, bi awayekî belgename û dîkomêntarî, jiyana şehîd Kawe xeyal kirine.

Di dawiya Seminarê de, ew pirtûkene bo ser malbatên şehîdên Rasanê, mêwan û kadir û pêşmergeyan de hate parwekirin.