Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke derheq jiyan û xebata “Simkoyê Şkak” hate lidarixistin

17:59 - 22 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ciwanên PDKÎ, semînarek derheq bîranîna salroja terorkirina “Simkoyê Şikak”, jiyan û xebata wî, li bajarê Hewlêrê lidar xist.

Roja Înê 31`ê Cozerdana 1398`an, Yekîtiya Ciwanên PDKÎ, derheq jiyan û xebata “Simkoyê Şikak” bi amadebûna “Mihemedsalih Qadirî”, berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ li bajarê Hewlêrê û Hadî Ezîzî, dîroknas û lêkoler li bajarê Hewlêrê birêve bir.

Ev semînara bi amadebûna beşek li endamên Navenda Siyasî ên PDKÎ, Saziya Yekîtiya Ciwanên Xebat, û Yekîtiya Ciwanên Şepêla Pêşewro, û komek li ciwan û endamên Yekîtiya ciwanên PDKÎ, hate lidarxistin.

 Seminar bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgiritin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

  Piştire “Ejîn Şêyxî” bêyogirafiya “Simkoyê Şikak” pêşkêşî amadebûyên vê semînarê kir.

 Di berdewamiya vê semînarê de, “Mihemdsalih Qadirî”, berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ, li bajajrê Hewlêrê, axavtinek li ser dîroka giştî ya jiyan û xebata “Simkoyê Şikak” û malbata wî, û çavaniya serhildana şoreşa “Simkoyê Şikak”, û herwisa çavaniya terorkirina wî rêberê gelê Kurd, pêşkêşî amadebûyan kir.

Piştire “Hadî Ezîzî” di derheq dîroka serkirdeyên Kurd de û li ser çawaniya terorkirina wan li ser maseya danûstandinê axivî, û herwisa got jî ku dujminên Kurdan, dîroka wan serkirdeyan û bi taybet “Simkoyê Şikak” diguherin û dîrokê bi derewan dinivîsin.

Di dawiyê de, “Bêhzad Simko”, neviyê “Simkoyê Şikak” û pêşmergê PDKÎ, spasiya birêveberên vê semînarê kir û herwisa axavtinek kurt derheq dîroka malbata xwe pêşkêş kir.

Her di vê derheqê de, “Hadî Ezîzî”, di gotûbêja digel nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê,  di bersiva armanca lidarxistina vê semînarê bi alîkariya Yekîtiya Ciwanên PDKÎ û hewcehiya lêkolîn û bîranîna rêberên Kurd  ku şoreşeke wiha afirandine çiye got:

Bêguman hemû neteweyek li ser tiştên baş ên xwe  disekinin û van bibîr tînin û bo me neteweya Kurd jî bitaybet di qonaxa serhildana dîroka rewşenbîriya neteweya Kurd, piştî reşnivîsa Yasaya bingehîn, di her du welatên wekî Qacar û Usmanî de, di vê demê de, ku Kurdistan kire du parçe, û ev dîroka hevçerx û girînge û kevrê bingeha dîroka rewşenbîriya Kurd û serhildana tevgera Şikak û “Simkoyê Şikak”,  hevdeme digel wê zemanî.

Bo me ku neteweyekin ku niha di xebatê de ne û xebata neteweya Kurd heya niha negihîştiye bi armancên xwe, wekî, berdewambûn û hewcehiyek bo xebata niha, hewceye ku em van bîr bînin û dîroka van zindî bikin û lêkolînê derheq rengê jiyan û xebata van encam bidin.

Saziya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, yekemîn saziye ku di çar parçên Kurdistanê de, semînareke lêkolînê ya bi wî rengî derheq jiyan û xebata rêberê dîroka Kurd “Simkoyê Şikak” lidar dixîne.