Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke Navdewletî li ser Şehîd “Dr. Qasimlo” bi rê ve diçe

17:33 - 5 Şibat 2020

Enîstîtoya Kurd di bajarê Parîsê de, semînareke Navdewletî li koşka “Lokzamborg”ê, li ser Şehîdê Nemir “Dr.Qasimlo”, bi rê ve dibe.

Kesayetiyên siyasî yên Kurdistanê, Îranê, Ewropa û cîhanê dê di wê semînarê de amade dibin.

Ew semînare li ser Kesayetî, bîr û hizrên “Dr. Qasimlo” û destkevtên Navdewletî yên navbirî bo netewa Kurd tê gotûbjkirin.

Ew semînare roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê (17`ê Şibatê), dê di bajarê Parîs a paytexta Feransê de, bi rê ve here.