Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke siyasî û teşkîlatî li Swedê hate lidaristin

18:47 - 27 Gulan 2019

Kurdistanmedia:  Semînareke siyasî û teşkîlatî bi amadebûna hejmareke xuya li endamên Partiya Demokrat li Swedê û amadebûna endamên rêberatiya hizbê hate lidarxistin.

Roja Yekşemî, 5`ê Cozerdana 1398`an, semînareke siyasî û teşkîlatî bi amadebûna mamosta Mela Hesen Şêveselî, endamê îftxarî yê Navenda Siyasî, Dr. êdrîs Ehmedî endamê Navenda Siyasî û mamostayê zanîngehê, û Silêman Keleşî beriprisê Navenda Rêkixistina hizbê ya li welatên Êskandînavî li bajarê “Eskilstuna” Swedê birêve çû.

Semînar bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgiritin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre “Vehab Teymûrî” li ser navê komîteya giştî axavtineke kurt derheq kar û çalakiyên komîteyê anî ber bas.

Di destpêka sermînarê de, mamosta Mela Hesen Şêveselî, tevî girîngî pêdan bi rola Kurd û Partiya Demokrat li qonaxên heştiyar û tijî ji eger û pêşhatan, derheq rewşa devereke taybet piştî guherînkariyên wekî çûna nav rêzbenda terorê a Spaha Pasdaran û hatina hêzeke zêde ya Amerîkayê bo devera Kendavê û rewşa giştî ya Îranê bi hûrî bas kir.

Herwisa di panêla duyem ya semînarê de, Êdrîs Ehmedî, bi awayekî siyasî û zanistî derheq pêhatiya niha ya Partiya Demokrat û wêneyekî zelal û xuya derheq çavaniya birêveçûna hizbê pêşkêşî amadebûyan kir û li dîtigeheke zanistî, piroseya hatina gore a biryar û cîbicîbûna vê pêkihatiyê di nav Partiya Demokrat de şirove kir.

Piştre Silêman Keleşî, berprisê Navenda rêkxistina Êskandînavî bi awayekî hûr derheq teşkîlatê de pêşkêş kir û bihêzbûna warê rêkxisitnî ya hizbê wekî şert û merca bandor hebûna hizbê da xuyakirin, û herwisa bas ji xwenîşandera derheq salroja bîranîna 30`ê saliya terorkirina “Dr. Qasimlo û hevalên wî kir, ku biryar wisaye 18`ê Pûşpera îsal li pêş deriyê parlemana Ewropayê li “Brussels” kom bibin.

Mevlod Ebdîzade, berprisê komîteya giştî yê hizbê li Swedê, basek derheq karûbar û pêkhateya nû ya komîteyê pêkêşî amadebûyan kir ku tê de, komek berçavrohnî derheq rewşa niha û bernameya bê ya komîteyê pêşkêşî amadebûyan kir.

Herwisa dawiya semînarê, bo pirs û nerîn û ramanên amadebûyan û bersivdana mêhvanên semînarê hatibû dest nîşan kir.