Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator “Bill Hagerty”: Dewleta Biden divê danûstandina pir metirsîdar a digel Îranê dawî pê bîne

11:14 - 25 Kanûna Paşîn 2022

Senator “Bill Hagerty” Endamê Meclîs Senaya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê bi danîna kurtevîdiyoyek ji êrîşa girûpên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê li ser binkeyên Amerîkayê nivîsiye: “Her hefte êrîşên nû ji aliyê girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê li Yemenê bo ser hêzên Amerîka û hevpeymanên wê têne gorê.”

Wî di berdewamiyê de nivîsiye: “Dewleta Biden divê danûstandina zîndîkirina Bercamê ya pir ji binpêkarî û metirsîdar a digel Îranê û azadkirina deha miliyard Dolar bi rejîma terorîst a Îranê re dawî pê bîne.”

Ev Twitta Senator “Bill Hagerty” di halekê de ye ku dewleta Biden dixwaze bi awayê rastevxwe digel rejîma Îranê danûstandinê bike û encama erînî ya wê danûstandinê jî metirsiyek mezin li ser ewlehiya dever û nemaze cîhanê ye.