
Kurdistanmedia: Piştî evê ku nûnerên Kurd di Parlemana Îraqê de deng nedane derkevtina hêzên Amerîka li Îraqê, Senatoreke Amerîka daxwaz kir ku bila Kurdistan bibe welateke serbixwe.
Mark Robîyo Sinatorê Amerîka li dijkiryara li hember biryara parlemana Îraqê bona derêxistina hêzên Amerîka, got: dema hindê hatiye ku Herêma Kurdistanê ji Îraqê cuda bibe, û dibe Amerîka piştgiriya serbixweyî ya Kurdistanê bike.
Piştî kuştina Qasim Silêmaî û ebu mehdî Muhendis ji aliyê Amerîka we, parlemana Îraqê biryara çuna derweye hêzên Amerîka ji Îraqê pejirand.
Roja 15ê Befranbarê parlemana Îraqê li jêr givaşa hêz û aliyên girêdayî yê bi Îranê, biryara derkevtina hemi hêzên bîhanî li Îraqê de derkir.
Parlementarên Kurd li wê deng wergirtinê de beşdar nebûn.
Piraniya kardarên balyozxana Amerîka û zaf welatên dinê cihê weguhastine Herêma Kurdistanê.