Senator “Lindsey Graham” di civînekê de gotiye ku rejîma Îran niha ji hemû demekê lawaztir e û hêza xwe ji dest daye.
Senator “Lindes Graham” di civînekê digel kanala televîziyonî a “CBS News” li derheq gefên rejîma Îranê ku li çavdêrên Saziya Navnetewî xwaribû û gotibû ku ger heya 3 heftiyên din tehrîmên ser wan neyên hilgirtin ew dê çavdêrên Saziya Navnetewî der bikin, got: “Pêka siyasetên hikûmeta “Trump” ku 5 welatên Erebî digel Îsraîlê rêkkevtinên aştiyê wajo kirin û ev bûne sedema vê ku rejîm hêza xwe ji dest dide û niha di halekê de ye ku li serdema 40 sal desthildatdariya xwe di ji hemû demekê lawaztir e.
Herwisa Senator “Lindes Graham” di vê hevpeyvînê de ku du roj berî niha kiribû tekezî kiriye, ku mîna siyasetên hikûmeta “Trump” ku givaşek zêde xistibû ser rejîma Îranê û rejîma Îranê lawaz kiriye, ya baş eve ku hikûmeta nû a “Biden” jî wê siyasta hikûmeta “Trump” li derheq Îranê bidomîne da ku rejîma Îranê dest ji kiryarên xwe bikişîne û dûbare hêz negire.