Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîka ragihandine ku dahata nefta Îranê bona geşedan bi terorîsmê bikar tê

13:17 - 22 Hezîran 2021

Du Senatorên Amerîka daxwaza rawestandina mifahvergirtin ji şewatên Fosîlî kirine ku di cihê wê şewatê ji çavkaniyên vizeya xwezayî bona rawestan li dijî dîktatorî û terorîzmê li seranserê cîhanê mifahê jê verbigrin.

Senatorê Demokrat “Sheldon Whitehouse” û Senatorê Komarîxaz “Lindsey Graham” bi nivîsandina babeteke hevpar li rojnamye “The Time” de nîvîsandine: “Îran metirsîdartirîn dujminê Amerîka li Rojhilata Navîn de ye; Hikûmeta Îranê mezintirîn piştevanê terorîsmê li cîhanê de ye û binpêkerê serekî yê mafê mirov li hundirê Îranê de ye û wê rejîmê bi dahata çendîn milyard Dolarî ya firotina neft û gazê, xwe li ser pê ragirtiye”.

Herwisa wan senatoran dane zanîn ku bi bêparkirina rejîma Îranê ji dahata şewatên fosîlî, ew hikûmete dê neçar bimîne ku dest ji reftarên xwe yên kawilkerî berde û Rojhilata Navîn dê bibe devereke aram.

Herwisa “Sheldon Whitehouse” û “Lindsey Graham” bi ragihandin: “balkêşandina cîhanê bona mifahvergirtin ji çavkaniyên vizeya xwezayî (renewable energy), alîkarîdaneke karlêker bo Amerîka bona rawstan li dijî gendeltirîn û neyasayîtirîn rejîmên cîhanê ye”.