Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîkayê daxwaza baykutkirina rayedarên rejîma Îranê dikin

12:21 - 23 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Senatorê Amerîkayê di civîna azadiya meseban de, daxwaza baykutkirina rayedarên rejîma Îslamî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê kir.

Li gorî raporên belavbûyî, Senatorê Amerîkayê yê bi navê “Ted Cruz” di civîna derheq azadiya meseb û mafê mirov li Îranê got, rejîma Îslamî ya Îranê, êrîşî ser malên mesîhiyên ku li wî welatî ne dike, û van azar û ezyet didin ûyan jî desteserdikin bo heyaman di reşçalan de îşkence didin û yan bi awayekî berdewam dixîne bin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên xwe de.

Her di vê pêwendiyê de, “Sam Brown” balyozya Amerîkayê ya derheq karûbarên azadiya meseban de jî tekez kiriye ku, rejîma Îslamî ya Îranê mafê mirvo û azadiya meseban binpê dike.

 Navbîr got, em bi hemû alavan bo şermezarkirina rejîma Îranê, di civatên navneteweyî de, û berdewamkirina baykutan lidijî binpêkirina mafê mirov hewl didin.

Her di vê derheqê de, “Tony Perkins” Komîserê Komîsyona navneteweyî ya azadiya meseban, û “Stephen King” endamê komarîxwaz yê meclisa nûneran, her di vê derheqê de ji  wiha axavtin ku, rejîma Îslamî ya Îranê, dîktatoriyeke mesebî rêkxistiye û tundtîjiyê diafirîne û mafê miroiv û azadiya mesebî û koçberên mesebî binpê dike û destêverdanê di karûbarên mesebên din yên xeyrî Şî`e de dike, û em ji wezareta karê Derve ya Amerîkayê daxwaz dikin da ku givaşan li dijî vê rejîmê bo azadiya qeşeyên mesîhî berdewam bike.

Berê jî di 11`ê Banemera îsal de, şvêrmendê taybet yê wezareta karê derve yê Amerîkayê li karûbarên meseban di Rojhilata Navîn, başûr Asiyayê, derheq berdewambûna azar û ezyetkirina mesebên cuda li Îranê, ev rejîma dîktator rexne kirbû, û daxwaza azadkirina bilez ya hemû giritiyên mesebî ji aliyê rejîma Îranê kirbûn,û herwisa ji vê rejîmê daxwaz dkirbû da ku rêz li meseban bigire.

Rejîma dîktatora Îranê, xeyrî mesebê Şî`e tu mesebên din bi fermî nasnake û di gotar û yasaya bingehîn ya dewletê de tevahiya meseban xeryî Bihayan bi fermî nasdike lê, bi kiryar tu rêzekê li van nagire û îzina beşdarbûna mesebiyên xeryî Şî`e di karûbarên welat de pêşî jê digire û van azar û ezyet dike.