Roja Pêncşemî 5ê Gulanê, Senatorê Amerîkayê “Ted Cruz” bo berdewamiya dorpêçên pêwendîdar li dijî terorîzm û banka navendiya Îranê gellaleyek pêkêşî Senaya Amerîkayê kiriye.
Ew gellaleye bi 86 dengên erênî û 12 dengên nerênî hatiye pejirandin; yek din ji armancên wê gellaleyê astengî çêkirina hevkariyên di navbera Îran û Çînê ye.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters” ê, Senatorên Amerêkayê di hewlê de ne ku vê gellaleyê bikin bi yasa, herwisa karnas li ser vê baweriyê ne ku dema ew gellaleye bibe bi yasa, dikare li ser danûstandinên navkî yên rejîma Îranê astengiyan çê bêke.
Ew gellaleya ku “Ted Cruz” pêşniyar kiriye, bi sedema vê ku zêdetirîn dengê erê vergirtiye, di gellaleyê de bas ji rejîma Îranê wekî yekemîn rejîma piştevanê terorîzm li cîhanê hatiye kirin, “Ted Cruz” di berdewamiyê de gotiye: “Eger hûn piştevanî li dorpêçên li dijî Spaha Pasdaran dikin, divê dengê erênî bi vê gellaleyê bidin”.